Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

.

Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê teqînek rû da û di encamê de kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

 Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve teqînek rû da û di encamê de kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otombîleke bombekirî li nava bajarokê Cindirêsê teqiya. Di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Ev teqîn di demekê de ye, îro li bajarê Serê Kaniyê jî teqînek bi riya otombîleke bombekirî rû da û di encamê de 4 kesan canêxwe ji dest dane û di nav wan de zarok jî hene.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve hatine dagîrkirin, her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî di encama wan teqînan de dibin qurbanî.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne