Li nava bajarê Efînê teqîneke bihêz pêkhat û kuştî û birîndar hene.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re got, teqîneke bihêz li nava herêma pîşesazî ya Efrînê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Wî jêderî da zanîn, hejmarek ji ambulansan gihîştin cihê teqînê û kuştî û birîndar veguhastin nexweşxaneyan.
Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 3 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.