Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li pêşiya kompaniya elektrîkê xwepêşandekbirêve çû û li navçeya Raco jî çekdarên grûpa Feyleq El-Şam, hemwelatiyê Kurd Ciwan Hec Reşîd revandin.
Li Efrînê li pêşiya avahiya kompaniya elektrîkê xwepêşandanek hate kirin û şêxê êlekê tê de, behsa gendelî û tunebûna xizmetguzariyan li navçeyên di bin kontrola gurûpên çekdar de kir.
Rewşa aborî ya xerab
Roja Çarşemê jî, bi heman awayî, xwepêşandaneke din li pêşiya kompaniya elektrîkê birêve çû, ew jî ji ber rewşa aborî ya xerab û bilindbûna nirxê eliktirîkê.
Li aliyê din, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam, hemwelatiyê Kurd Ciwan Hec Reşîd yê 40 salî, ji gundê Elem-dara li navçeya Raco revandin.
Dema ku Ciwan Hec Reşîd vegeriyabû Efrînê, tevî ku soz û garantî jî wergirtibû, ew hate revandin û radestî polîsên leşkerî hat kirin û ji bo zindana Marate hatiye veguhestin.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi sedan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.
'Li Efrînê rêjeya Kurdan ji %96 daket %15'
Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê di derbarê binpêkirinên li Efrînê de amar belav kiribûn û ragihandibû, beriya êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê, rêjeya xelkê Kurd li Efrînê ji %96 bû, lê niha ew rêje daketiye ji %15an.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kiribû, beriya niha li Efrînê 25 Hezar Kurdên Êzdî hebûn lê niha hejmara wan daketiye 2 hezar kesan.
Li gorî van amarên ku hatine belavkirin, ji sala 2018an ve, 686 kesên sivîl li Efrînê hatine kuştin, û 96 ji wan jin bûne, ku 7 jin di encama destdirêjî û êşkenceyê de jiyana xwe jidest dane.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê dibêje, piştî hatina hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê, 71 jin rastî destdirêjiyê hatine kirin.
Herwiha ji roja dagirkirina Efrînê ve, bi berdewamî xelk tê revandin, ji xwediyên wan pare têne xwestin û dema ku pare neyê dayîn, hinek ji wan kesên revandî têne kuştin.
Rûdaw