Çalakvanên ji bajarê Efrînê ragihandin, duhî danê êvarê xelkê Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî kiryarên çekdarên grûpên çekdar derketin xwepêşandanekê.
Çalakvanan da zanîn, çekdarên grûpa El-Sefwa zora xwe li xelkê Mehmûdiyê dikirin û xwastin bi darê zorê malbateke Erebên Xûteya Rojhilata Şamê li malekê bicih bikin, di piştre jî alozî derket û çekdaran jî gule bi ser xelkê de berdan û gef li xelkê xwarin.
Li gor çalakvanan, nêzîkî 150 welatiyên taxa Mehmûdiyê kom bûn û xwepêşandanek ber bi binkeya artêşa Tirkiyê ve birin û daxwaza derxistina grûpên çekdar ji nav bajêr kirin.
Diyar kirin jî, binkeya artêşa Tirkiyê tankek û zirîpoşek şandin taxa Mehmûdiyê û çekdarên wê grûpa El-Sefwa ji wê taxê derxistin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê roja 18ê Adarê derbasî bajarê Efrînê û ji wê demê ve jî çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi dizî, talan û revandina xelkê Efrînê dikin. Herwiha bi sedan jî malbatên Ereb ên Xûtaya Rojhilat li malên Efrîniyan bicih dikin, vê yekê jî nerazîbûneke mezin li cem xelkê Efrînê çê kiriye.
(K24)