Roja înê, bi şev, hêzên Tirkiyê gundê Kilotê li navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin û di encam de zarokekê canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov- Efrîn Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja înê, bi şev, hêzên Tirkiyê gundê Kilotê topbaran kirine.
Şêxo diyar kir ku di encama topbaranê de, zaroke temen 14 salî bi navê Zêneb Ibrahîm Hisên canê xwe ji dest daye û bavê wê Ibrahîm Hisên, 51 salî, û birayê wê Bekir Ibrahîm Hisênê 11 salî, birîndar bûne û li nexweşxaneya bajarokê Zehraa tên çareserkirin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.