Li Efxanistanê teqîn – Bi dehan kuştî û birîndar hene

Li eyaleta Geznî ya Efxanistanê di encama teqînekê de herî kêm 7 serbaz hatin kuştin û bi dehan serbaz jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Îro danê sibê li bajarê Geznî yê Efxanistanê, ku navenda eyaleta Geznî ye jî, otomobîleka bombekirî hat teqandin.

Li gorî agahîyan, di wê teqînê de ku tê gotin xwekujî bûye, herî kêm 7 serbaz hatin kuştin û 40 serbaz jî birîndar bûn.

Heta niha nayê zanîn teqîn ji alîyê kê ve hatîye kirin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes