Li El-Meyadînê şerê rejîma Sûrî û DAIŞê: 28 kuştî û birîndar…

.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di şerê hêzên rejîma Sûriyê û rêxistina terorîst DAIŞê de, 11 kes ji hêzên rejîmê hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

SOHRê diyar kiriye ku li El Meyadîn a Dêrazorê dema karwaneke hêzên rejîma Sûriyê operasyon dabû destpêkirin di navbera wan û çekdarên DAIŞê de şer rû daye.

SOHRê daye xuyakirin ku di wî şerî de efserekî pileya general jî di nav de 11 kes ji hêzên rejîmê hatine kuştin û  17 jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku piştî şer, hêzên rejîmê li herêmên El-Meyedîn hêzên xwe yên leşkerî zêdetir kirin.

Li gorî SOHRê ji 24ê Adara 2019an ve hejmara kuştî û birîndarên hêzên bi ser rejîma Sûriyê ve bi tevahî gihîştiye 986 kesan. Herwiha 532 ji çekdarên DAIŞê jî di heman demê hatine kuştin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne