Li gor Rewangeha Kandîllîyê, li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê doh di demjimêr 20.31an de bi pileya 5.2 erdej qewimî û erdhej li bajarên Meletî, Riha, Semsûr û Mereşê jî hat hîskirin.
Hat ragihandin ku erdhej 9.4 kîlometre li kûrahîya binê erdê da rû daye.
Heta niha li ser ziyanên madî û giyanî hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.