Li Êliha Bakurê Kurdistanê gundek hat kerentînekirin

Di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de gundekî ser bi bajarokê Hezo girêdayî parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hat kerentînekirin

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyekê de ku ji alîyê Qeymeqamîya Hezoyê ve hatîye belavkirin, amaje bi wê yekê hatîye dayîn ku bi armanca rêgirtin li belavbûna vîrûsa koronayê û parastina welatîyan, gundê Qeyter (Konakli), 3 mezra û 2 avahî li navçeyên Tepecîk û Yamaçli hatine kerentînekirin.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku çûn û hatina gund hatîye rawestandin û hemû tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.

Li gor amarên 14ê Nîsanê yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkîyê, heta niha li wî welatî hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihiştîye 1403 kesan û 65 hezar û 111 kes jî bi vîrusa koronayê ketine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e