Li Êlihê 24 kes hatin desteserkirin: Hincet xwenîşandanên li dijî qeyûman in

.

 Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta beşdarî xwenîşandanên li dijî tayînkirina qeyûman bûne 24 kes hatin desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribû.

Piştî tayînkirina qeyûman li seranserê Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û çalakiyan li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kiribû.

Li gorî nûçeya ÎHAyê, ekîbên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Rêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo girtina kesên beşdarî xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman bûne xebat da destpêkirin.

Di operasyonan de 24 kes hatin desterserkirin.

Miameleyên kesên hatine desteserkirin li Navenda Ewlhiyê ya Êlihê dewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir