Li Êlihê êrişî Starbucks û Burger Kingê hat kirin!

.

 Li bajarê Êlihê komekê bi armanca protestokirina kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye êrişî şaxên Starbucks û Burger Kingê kir.

Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin, di demjimêrên êvarî de grupeke ciwan bi dirûşmeya "Bi can, bi xwîn tolhildan" êrişî ser cihê Starbucks û Burger Kingê kir.

Xwepêşanderan camên Starbucks û Burger Kingê şikandin û kursiyên wan jî perçe kirin.

Herwiha xwepêşdanderan li hinek mişteriyên xist.

Xwenpêşander tevî hişyariyan belav nebûn û paşê hêzên ewlehiyê midaxeleyî wan kir.

Piştî belavbûna dîmenên li ser medyaya civakî nerazîbûn çêbûn ku tê xwestin derbarê kesên êrişkar lêpirsîn bê destpêkirin.

Beriya demekê li parêzgeha Amedê jî êrişeke bi heman awayî çêbûbû û bûbû sedema nerazîbûnan.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye