Li Enqerê polîsan 2 rojnamevan desteser kirin

.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê û Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê xwestine li Qada Ulusa Enqereyê ji bo 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin, daxuyanî bidin. Polîsan êrişî daxuyaniyê kirine.

Polîsan îro li Enqereyê êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo 16 rojnamegerên ku li Amedê hatibûn girtin, kirine û 3 rojnameger desteserkirine.

Polîsan qada ku wê daxuyanî lê bihata dayîn dorpêç kirine û destûr nedaye rojnameger derbasî qadê bibin,

Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê Denîz Nazlim û rojnameger Sîbel Yukler jî di nav de 3 rojnameger bi derpkirinê desteser kiriye.

Polîsan qada ku wê daxuyanî lê bê dayîn dorpêç kiriye, rojnameger derbasî Nûnertiya DÎSKê ya Enqereyê bûne. Tê payîn ku daxuyanî saet di 13:30an de li wir bê dayîn.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e