Li Erebistanê sizaya bidarvekirina zarokan jî hat betalkirin

Du roj berê sizaya lêdana qamçîyan hatibû betalkirin

Navenda Nûçeyan - Li Erebistana Siûdî sizaya bidarvekirina tohmetbarên ku temenê wan ji 18 salan kêmtir e jî, hat betalkirin.

Tê gotin ku bi fermana şahê Erebistanê şah Selman, sizaya bidarvekirina zarokan jî hatîye betalkirin.

Li gorî agahîyan, êdî li Erebistanê tohmetbarên ku temenê wan ji 18 salan kêmtir e, nahên bidarekirin û sizayên wan yên zîdanê jî ji 10 salan zêdetir nabe.

Bi vî rengî, herî kêm 6 tohmetbarên şîe ji dara îdamê rizgar bûn.

Du roj berê jî bi fermana şah Selman, sizaya lêdana qamçîyan li Erebistanê hatibû betalkirin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e