Li gel bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin

Eylem Oyûnlû ku dayik, du xwîşk û birayeki wê girtîne îro bi îdiaya “alîkarîya rêxistinê kirîye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin.

Navenda Nûçeyan - Eylem Oyûnlû ya 27 salî ku dayika wê Dîlber, xwîşka wê Tûba û birayê wê Harûn Oyûnlû girtîne, îro bi îdiaya “alîkarîya rêxistinê kirîye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin. Parêzerê malbatê dîyar kir ku Serdozgerîya Komarê Licê di çarçoveya dosyeya malbatê de ji bo îfadeyê gazî Oyûnlûyê kirîye. Li ser vê Oyûnlû ya ku li Amedê dijî çû dozgerîyê.  Dozger jî bi îdiaya bi daxwaza girtinê Oyûnlûyê şand Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê, dadgehê jî bi îdîaya “alîkarîya rêxistinê kirîye" Oyûnlûyê girt û şand Girtîgeha Jinan a Amedê.

 

ÇI QEWIMÎ BÛ

 

Fermandarîya Cendermeyan a Amedê di 14’ê Nîsanê de li Gundê Xirabê û mezraya Spênî ya Licê, Gûndê Çemê Elîka yê di navberê navçeya Hênê û Licê de û Gûndê Şelê yê navçeya Hênê operasyoneke eskerî ya dorfireh dabû destpêkirin. Di operasyonê de Ferhat Onkol û ji Gundê Çemê Elîka jî ji heman malbatê Dîlber Oyûnlû ya 48 salî, keça wê Tûba ya 30 salî û kurê wê Harûn Oyûnlû yê 18 salî hatibûn binçavkirin. Welatîyên ku 4 rojan di bin çavan de mabûn Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê bi îdîaya “endamtîya rêxistinê” û “alîkarîya rêxistinê kirine" ew girtibûn.

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!