Li Gêlê li ser şikeftên dîrokî avahî çêkirin!

Li navçeya Gêlê ya Amedê li ser şikeftên dîrokî ku qada SÎT'ê ye û ji dema Paleotîkê maye bê destûr avahîyeke du qatî lêkirin.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Gêlê ya Amedê li ser şikeftên dîrokî ku qada SÎT'ê ye û ji dema Paleotîkê maye bê destûr avahîyeke du qatî lêkirin. Li gor nûçeay Lezgîn Akdenîz a di MA'yê de avahî qaçax e, tu destûr nehatîye girtin. Ligel vê yekê li qadên din jî avahîyên wisa bêdestûr, bi qaçaxî têne çêkirin. 

Li Taxa Qonaxê ku wekî xirbeyên qonaxê tê zanîn û bi statuyeke taybet tê kontrolkirin, bi dehan şikeft û deverên dîrokî hene. Ev dera ku ji bo Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Asûr, Med, Pers, Împaratorîya Roma mazûvanî kirey 10 kîlometre dûrî navçeyê ye. Li vê derê ligel şikeftan, bermahîyên dêrek, bermahîyên bîrên şeraban jî hene.

Par jî kesên li xezîneyan digerin par bêrê xwe dabûn vê dera dîrokî û hin cih xira kiribûn.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e