Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan parêzer, siyasetvan û kedkarên sendîkayan hatin desteserkirin

Îro serê sibê, li bajarên wekî Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Bursayê, bi operasyoneke berfireh, Hevseroka SESê Gönül Erden jî tê de gelek siyasetvan, sendîkayî û parêzer hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku îro serê sibê polêsan li bajarên wekî Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Bursayê avêtine ser gelek malan û gelek kesên sendîkayî, parêzer û siyasetvan desteser kirine. 

Li Enqerê, Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Gönül Erden û Sekreterê Giştî yê TÜMBEL-SENê Yılmaz Yıldırımcı û endam û rêvebirên HDPê jî di nav kesên desteserkirî de ne.

Li Amedê jî parlamentera berê û Endamê Dîwana DTKyê Mülkiye Birtane hatiye destreserkirin. 

Li Îzmîrê jî 20 kesên HDPyî, li Bursayê 3 kesan, li Stenbolê jî parêzerek hatine desteserkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin