Navenda Nûçeyan- Muxtarê gundê Azadî, Selah Husên ji Rûdawê re ragihand ku çêlekeke yek ji rûniştvanên wî gundî zayîye û golikekî du serî û çar destî jê çê bûye.
Veterîner Husên Ehmed, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re tekez kir bûyerên bi vî rengî gelek kêm tên dîtin û got ku ji bûyerên bi vî rengî re jî , ‘bûyera cêwîyên sîmetrîk ên bi hev re, disafalus’ tê gotin.
Ehmed dîyar kir ku ew golik dema di sikê çêlekê de bû, zindî bûye û organinên wî yên li herdu seran jî bi temamî pêk hatine.
Şênîyên gundê Azadî ji Erebên Şîe yên ku di heyama Sedam Husên de hatibûn koçberkirin, pêk tên.
Piştî ku sala 2003an rejîma Beas hat rûxandin, Serokomarê Iraqê yê wê heyamê navê, ‘Azadî’ li wî gundî kir.
Rûniştvanên gund bi cotkarî û ajelkarîyê debara xwe pêk tînin.
Çavkanî: Rûdaw