Li bajarê Gever yê Bakûrê Kurdistanê, di rûdaneka tirafîkê de herî kêm 5 kes mirin û komek kes jî birîndar bûn.
Îro danê sibê derdora saet 09:00, li ser rêka bajarên Gever û Wanê yên Bakûrê Kurdistanê, mînîbûsek û kamyonek li hev ketin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de herî kêm 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bû. Birîndar birin nexweşxaneya Geverê.