Li parêzgeha Gumgumê ya Bakurê Kurdistanê di dema vekirina gorekê de li navçeya şûnwarî ya Girê Berazan, hestiyên zarokekî 3-4 salî hatin dîtin ku dîroka wê vedigere 500 heta 600 sal berî niha.
Derbarê vê yekê de Mamostayê Beşa Arkeolijiyê ya Zanîngeha Hacettepe Doç. Dr. Halil Tekin got: “Li Girê Beraza di nav mîmariya çaxê kevirîn a nû de, me gorek dît. Dîroka wê vedigere Çaxê Navîn, ji ber veşartin ne li gor nerîta Îslamê ye. Ji ber ku ne li gor nerîta Îslamê hatiye veşartin bo me derket ku di Serdema Navîn de hatiye veşartin."
Cara yekem di sala 1996an de arkeologên biyanî li vî şûnwarî dest bi kar kirine û ji 2013an ve zanayên Tirkiyê berdewam dikin.
Doç. Dr. Halil Tekin herwiha dibêje: “Mereş bi dirêjahiya serdemên cuda cihê niştecihbûnê bûye û çendîn şaristaniyên cuda li xwe girtiye, civakên cuda evder wek niştimanê xwe dîtine, Girê Beraza eşkeretirîn nimûneya wê rastiyê ye. Ji aliyekî ve şûnwarên Serdema Kevirîn ku vedigerin 9 hezar sal berî niha. Di lêkolînên jorê yên vî şûnwarî de bermayên serdema Roma, Bizans û Serdema Navîn tên dîtin, ev hemû nîşan in ku li vî cihî civakên xelkê Misilman û olên din jiya ne.
Girê Beraza 32 kîlometre dikeve başûr û başûrê rojhilatê navenda bajarê Gumgumê yê Bakurê Kurdistanê nêzîkê gundê Emiroglu. Ev gir di Deşta Gumgumê de cîh digre, rûberê gir 18 donim e û 12 metre ji asta deryayê bilind e. Encamên lêkolînan derxistine ku Girê Beraza hezaran sal e derguşa şaristaniyetê bûye.