Li Girtîgeha Êlihê şewat derket

Li Girîtgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemek ne dîyar şewat derket, lê tê gotin ku ji ber serhildana girtîyan derketîye.

Navenda Nûçeyan - Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê agir bi hin beşên girtîgehê ketîye.

Li gor agahîyê berdest li girtîgeha Êlihê girtîyên edlî ku nakevin ber pakêta lêborînê, serî rakirine û agir berdane hin doşekan.

Leşker û dozger niha li wir in û hewl didin bi wan re hevdîtinê bikin.

Herwiha li ser vê gelek malbatan jî berê xwe dan ber girtîgehê, lê belê nahêlin hêzên ewlehîyê nahêlin kes nêzîkî girtîgehê bibin.

Baroya Êlihê li ser hesabê xwe yê twîterê ragihand ku serokê baro û rêvberîya baroyêê ligel alîyên berpisên ên girtîgehê di peywendîyê de ne û hêzên ewlehîyê midexaleya agir kirine.

Li gor daxuyanîya  Baroya Êlihê  ti kesî canê xwe ji dest nedaye, lê ti amajeyek bi birîndaran nekirîye ka hene yan na.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e