Li girtîgeha Mehabadê ciwanek hate darve kirin

.

Îro 07.12.2020ê hukmê darve kirinê yê ciwanekî xelkê Mehabadê yê ku bi tometa kuştina qesdî ew ceza jê re hatibû dayîn li girtîgeha navendî ya wî bajarî hat bicîhanîn.

Li gor raporta komeleya Mafê Mirovan a Hengaw îro ber bi sibehê ve cezayê darve kirina Kemal Exserî yê xelkê Mehabadê li girtîgeha navendî ya wî bajarî hatiye bicîh anîn.

Kemal Esxerî li gel du hevalên xwe yên din ên bi navên Danyal Diwanî Azer û Danyal Zeynel Abidîn roja 22ê Îlona 2017ê hevaleke xwe yê din ê bi navê Sadiq Bermekî yê temen 19 salî kuştibûn û piştre jî termê wî şewitandibûn û fîlma wê girtibûn.

Ew hersê ciwan piştre ji aliyê dadgeha tewanên Mehabadê ve cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn û piştre ew ceza ji aliyê baskê 37 ê dîwana bilind a Îranê ve hatibû pejirandin. Kesekî din di wê dosyayê de beşdar bibû cezayê 10 sal girtîgehê jê re hatibû dayîn.

Danyal Zeynel Abidîn jî di dema ji girtîgeha Mehabadê re bo girtîgeha Miyanduwaw re dihate veguhestin di bin îşkenceya hêzên ewlehiyê de hate kuştin.

Li gor heman çavkaniyê biryare roja çarşemê jî cezayê darve kirina tometbarê din ê vê dosyayê yê bi navê Danyal Dîwanî Azer li girtîgeha Mehabadê dê bê bicîhanîn.

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn