Li gorî TUÎKê enflasyon ji sedî 49,38 e, li gorî ENAGê jî ji sedî 88,63 e

.

Li gorî ENAG’ê enflasyon di meha îlonê de ji sedî 5,34 zêde bû û enflasyona salane jî bûye ji sedî 88,63. Li gorî TUÎK’ê jî enflasyona mehane ji sedî 2,79 zêde bûye û enflasyona salane jî daketiye ji sedî 49,38’ê.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên nû yên enflasyona meha Îlonê aşkere kirin.

TUÎKê ragihand ku rêjeya enflasyona salane bûye ji sedî 49,38. Lê li gorî ENAGê enflasyon ji sedî 88,63 e.

Li gorî Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) TUFE di meha îlonê de enflasyon ji sedî 2,97 zêde bûye û enflasyona salane jî daketiye ji sedî 49,38’ê.

ENAG ku ji akademîsyenên lêkolîner ên serbixwe pêk tê, daneyên enflasyonê eşkere kir.

Li gorî ENAG’ê; Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) di meha îlonê de ji sedî 5,34 û ya salane jî ji sedî 88,63 zêde bû. ENAG’ê di meha tebaxê de gotibû ku enflasyona mehane ji sedî 3,47 û ya salane jî ji sedî 90,35’ê zêde bûye.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir