Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane

.

Walîtiya Colemêrgê, derbarê mirina zarokê 16 salî Ozcan Erbaş ku bi guleya leşkeran hat kuştin de parastina “leşkeran gule berî hewa daye” kir. 

Duh di saetên berê êvarê de leşkeran li gundê Berûh ê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê gule li 3 zarokên ku çibûn seyranê û berhevkirina belotan reşandibûn. Di encama gulereşandina leşkeran de zarokê bi navê Ozcan Erbaş ê 16 salî jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiya Colemêrgê, derbarê vê bûyerê de daxuyaniyek da û zarokên ku çibûn berhevkirina belotan weke “qaçaxçî” nîşan da. Her wiha Walîtiyê, angaşt kir ku leşkeran gule berî hewa daye û di encama vê gulebaranê de Erbaş birîndar bûye û jiyana xwe ji dest daye û derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî û edlî hatiye destpêkirin. 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye