Çiya û deştên Kurdistanê bi kaniyên xwe yên xweş navdar e. Yek ji wan kaniyan jî Kanîmaran e. Kanîmaran dikeve ser rêya di navbera Şemzînanê û Geverê.
Taybetiyeke Kanîmaranê ew e ku hê ji bi sedan mar li ser qeraxê vê kaniyê dijîn. Marên kanîmarê zirarê nadin xelkê û xelkê deverê jî naxwaze ku marên Kanîmaranê bên kuştin.
Navê vê kaniya li ser rêya di navbera Şemzînanê û Geverê Kanîmaran e. Lê navê wê ne ji efsane û çîrokan rasterast ji maran hatiye. Di gel gerim bûna rûyê deştê weke her sal îsal jî marên Kanîmaranê silavê li biharê dikin. Xelkê deverê jî dixwazin ku Kanîmaran bibe cihekî geştiyarî.
Hemwelatiyek dibêje “Mar li vê derê Gera Bremê hene. Ez 30 salî me hindî ku ez dizanim mar hebûn. Di dema biharê de dema berê wan e û erd gerim dibe û ew jî li vir dicivin. Bi kesê venadin û zirarê nadin çi kesê. Hin kes ji derve tên û maran dikujin. Em naxwazin ku mar bên kuştin. Ji ber ku ew zirarê nadin me em çima wan bikujin.”
Di jiyana asayî de mar weke neyarê mirovan tê pênase kirin û li deverên Şemzîna û Geverê gellek caran marên dêmî bi xelkê vedidin. Lê marên avî bûne parçeyek ji jiyana deştê û xelk zirarê jê nabîne.
Hemwelatî dibêje, “Li vê derê mar hene û gera maran heye. Lê marên bê zirar in û ew jî xwedê dane û li vir dijîn.”
Tevî ku marên kanî maranê bê zerar in jî lê dîsa jî dikarin tirsê bixin dilê beşek hemwelatiyan. Gellek caran jî ev mar xwe di bin karîte, siwande û stûnkên malan de vedişêrin. Heta hin kes neçar dibin ku malên xwe ji maran bihêlin.
Hemwelatî got “Belê mar hene û me jî xaniyê xwe vala kiriye û em çûne xaniyekî din. Biçûkên me ditirsin. Du sale ma mala xwe çol kiriye û zarokên me ditirsin.”
Kanîmaran nêzîkî gundê herînkê ye û li devrûberê gundên Miçîç û Serdeşt û bi dehan mezra hene. Li gorî rîvayetana ava kaniyê dibe sedem ku mar xwe bikêşin heremê û ji qedîm û zeman li ser marên kanîmaranê çîrok û efsane bûne beşek ji wêjeya devkî ya vê herêmê.