Li gundekî Efrînê 2 kes ji alîyê çekdaran ve hatin revandin

Li bajarê Efrînê 2 hemwelatîyên din ên Kurd ji alîyê çekdarên ser bi Tirkîyê ve hatin revandin.

Navenda Nûçeyan - Çavkanîyek xwecihî ji Rûdawê re ragihand ku roja Sêşemê 05.05.2020, li gundê Şurbe yê ser bi navçeya Mabata ve li Rojavayê Kurdistanê, 2 kes ji alîyê çekdarên ser bi Tirkîyê ve hatin revandin.

Wî çavkanîyê xwecihî ji Rûdawê re ragihand ku hemwelatîyên bi navên Hesen Beyram ê 67 salî û Îdrîs Ceifer Sîdo, ji alîyê grûpên çekdar ve hatin girtin.

Her li gor zanyarîyên wî çavkanî, mixtarê gund ê bi navê Reşîd Omer jî berî 15 rojan ji alîyê çekdaran ve hatibû revandin û hîn nehatîye berdan.

Wî çavkanî ji Rûdawê re dîyar kir, hemwelatîyê bi navê Demhat Mistefa ev du sal e ji alîyê çekdaran ve girtin û ji bo berdana wî daxwaza pere tê kirin, jina bi navê Şîrîn Mistefa ku 3 zarokên wê hene û hevjînê wê wefat kirîye, ew jî ev heyameke girtî ye û hemwelatîyê bi navê Reşîdê Sîdo jî ku hatibû revandin, çarenivîsa wî ne dîyar e.

Herwiha wî çavkanî ragihand ku gundê Şurbe ji 150 malan pêk tê ku niştecihên wê hemû Kurd bûn, lê dîyar kir ku piştî êrişa Tirkîyê û grûpên çekdar, nivîya Kurdan hatine koçberkirin û çekdaran dest danîne ser malên wan û erebên hawirde di malên Kurdan de bicih kirine.

Wî hemwelatî dîyar jî kir ku proseya erebkirina navçeyên Kurdî li Efrînê berdewam e û berdewam hemwelatîyên Kurd ji alîyê çekdaran ve tên desteserkirin û revandin û dest bi ser mal û milkên Kurdan tên girtin.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e