Li Gundikê Melî ya ser Şirnexa Bakurê Kurdistanê kevneşopiyeke 300 salî heye ku îro hêj zindî ye.
Her sal pênşema yekemîn a meha cotmehê de hemû gundî berê xwe didin ser Ziyareta Mele Derwêş û li goristana gund dua dikin. Di vê ziyaretê de ligel dua û xwendina quranê, xwarinên herî xweş têne çêkirin. Ev kevneşopiyeke wisa ye ku mirov ne dikare bêje seyran e û ne jî dikare bêje tenê serdaneke olî ye.
Serê sibehê zû zar û zêc û dayik û bav palê xwe dane sênca Gundikê Melî. Piştî westiyana rê bi alav û amûrên xwe re rawestiyane.
Ew ne qefleyeke koçberiyê an jî penaberiyê ye. Berevajî wê li bajarokê Gundikê Melî amadekariya pêkanîna kevneşopiyeke 300 salan e.
Ehmedê Gundikî, Rûniştvanê Gundikê Melî, dibêje, “Hingê Gundikê Melî dihatin vê derê, xwendina xwe dikirin, ziyareta xwe diparastin û diçûn Herkes li vê derê bû. Lê îro ne. Ne hema weke olî jî. Ji ya olî derket. Bû weke tiştekî civakî. Hevdîtineke alemî çêbû.”
Jin her sal van çaxan xwarinên xwe yên herî xweş li ber Goristana Gund, li tenişta Ziyareta Mele Derwêş çêdikin. Bi dehan quşxane xwarin di yek carek de li heman cihî ji bo xêra miriyan dikele.
Şêniyên gund û beşdarên merasîma îsal a vê kevneşopiyê kêfxweşiya xwe tînin ziman.
Rûniştvanek dibêje, “Evqas quşxane goşt e, girar e. Em tên xêra miriyên xwe didin.”
Sarya Sîdar, dibêje, “Hingî tê bîra me em tên vê ziyafetê datînin.”
Fuat Yildiz, dibêje, “Salê rojek em tên vê derê. Xwarina xwe dixwin, duayan dikin.”
Gulê Tunç, dibêje, “Wek seyranek e. Em yasînê jî dixwînin. Hem dînî, hem sosyal û hemû tiştê wê jî xweş e.
Fatma Sanri, dibêje, “Em dua dikin. Em kêfê dikin. Em firavînê dixwin. Em ziyareta miriyên xwe dikin. Em quranê dixwînin.”
Par ji ber nexweşiya Coronayê gundikiyan nikaribûn vî adetê bav û kalan pêk bînin. Îsal pêk anîn lê ji ber nexweşiyê gundikiyên li derveyî Şirnexê nekarîn bên û tevli vê hevdîtinê bibin.
Mûsa Sîdar, Hevşaredarê Gundikê Melî, dibêje, “Bav û kalên me heywanên xwe dianîn li vê derê şerjê dikirin. Niha ji ber ku dinya pêşve çûye herkes êdî li mala xwe şerjê dike. Dema hingê goşt û tirî û karçîn û tişt bû lê niha xwarin bûye goşt û xwarina li gorî zemanî.
Navê vê kevneşopiyê Çûna Ser Ziyaretê ye. Pêşî bi hev re nimêj dikin, paşê bi sedan kes li ser heman sifreyê xwarina xêra miriyan dixwin. Lê ji ber naveroka vê kevneşopiyê mirov ne dikare navekî olî ne jî navê festîvaleke şox û şengê lê bike.
(Rûdaw)