Li gor çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) mij û moranê wiha kir ku çekdarên DAIŞê derfetê bibînin û êrîşî wan bikin.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku çekdarên DAIŞê di êrîşê de çekên giran dijî pêgehên HSDê yên li bajarokê Behre bikar anîne, lê yekser şervanên HSDê bersiva çekdarên DAIŞê dan û herwiha hê jî şer berdewam e.
Îlona borî HSDê qonaxa dawî ya Operasyona Bagera Cezîrê dijî DAIŞê li bajarokê Hecîn ê Dêre Zora Sûriyê da destpê kirin, lê ji ber tozbarîn û baranê zêde pêşketin çênabe.