Li Heftenînê 2 serbazên Tirkîyê hatin kuştin

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku li Heftenînê di navbera serbazên wî welatî û hêzên PKKê de şer derketîye û di encamê de 2 serbaz hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê li herêma Heftenîn li nav xaka Başurê Kurdistanê, şerek di navbera serbazên Tirkîyê û gerîlayên PKKê de rû daye.

Herwiha li gor heman daxuyanîyê di wî şerî de 2 serbazên Tirkîyê hatine kuştin û hatîye dîyarkirin ku bi helîkopterên şer û firokeyên F-16 ew navçe hatîye bombebarankirin.

Li alîyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ku baskê çekdarî yê PKKê ye daxuyanîyek derbarê wî şerî de belav kir û kuştina wan serbazan piştrast kir.

Li gor daxuyanîya hatîye belavkirin, “gerîlayan li dijî serbazên Tirkîyê yên ku li girê Partîzan bicih bûbûn, çalakîyek pêk anîne” û di encamê de 2 serbaz hatine kuştin.

Artêşa Tirkîyê li herêma Heftenînê di bin navê ‘Pençe-3’ de operasyonekê birêve dibe.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e