Li Helebê bi dehan Kurdên Efrînê hatin revandin

.

Hate ragihandin ku çekdaran li stasyona Bexdayê ya li Helebê otombîlên welatiyên Efrînê rawestand û bi dehan Kurdên ji Efrînê bêyî ti sedemekê nîşan bidin revandin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, çekdarên nasnameya wan diyar nebûye, îro 4ê Sibatê li stasona Bexdayê ya Helebê otombîlên welatiyên ku ji Efrînê bûn rawestandin.

Hate diyarkirin, çekdaran îşkence li hinek ciwanan kir û bi dehan Kurdên ji Efrînê jî desgîr kirin.

Li gorî çavkaniyan,. sedema girtina xelkên Efrînê ne diyar e û çekdaran ew birine cihekî nediyar.

Heta niha jî nehatiye zanîn bê ew çekdar girêdayî kîjan hêzê ne ku welatî revandine.

Kurdistan Haberleri

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kongreya 17emîn li dar xist
KOBANÎ - Bombebarana Tirkiyeyê bû sedema derketina krîza av û elektrîkê
Asayîşa HSDyê li Dêrezorê 79 kes girtin
PDK û YNKê ji bo hikûmeta nû li ser gelek mijaran li hev kir
Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan yekkirina hêzên Pêşmergeyan gotûbêj kir