Di her civînê da, li ser pirsekê an liberxwe serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan (piştê rapirsînê êdî ew serok e), li dijî rojavayê Kurdistan’ê dest bi gefan dike.
Di axaftinên xwe da navê rojavayê Kurdistan’ê helnîne, lê navê Partîya Yekitîya Demokratîk (YPG) li ser zimanê wî naye xarê, wekî benîşt di devî wî da ye, her sero û bin dike.
Carina di civînên hundirê Tirkîyê da, carina li dervayî Tirkîyê ger mijar ne ev be jî axaftina xwe viz dike dor dike tîne ser rojavayê Kurdistan’ê û qaşo li dijî terorê dest bi gefan dike.
Berê rapirsînê jî di her axaftinên xwe da gef li rojavayê Kurdistan’ê dixwarin, mixabin ji girse jî awazekî çoş bilind dibû.
Bi bawerîya min piranîya gel, şênî, girse, kesên jê guhdarî dikin, bi mezinahîya metirsîya mijarê tênagehên, pêşdarîzîyek ewqas fireh û mezin heye, ku piranîya guhdarvanan her gotinên wî rast û di berjewendiyên Tirkîyê da dibînin.
Her kîjan mijarê da dibe bila be hemû pêşdarazî li ber civakê wekî dafikê tên vedan.
Gel rastîya kaosa Rojhelata Navîn, siyaseta Tirkîyê ya di barê qeyrana Suriyê û rojavayê Kurdistan’ê da baş nizane.
Ez helwest û siyaseta, taybetî ya R. Tayyip Erdogan wekî bisîkletê (bi bawerîya min bêsîklet e ji ber ku sîklet giranîye) dibînim, çawa ku mirov bisekine bisîklet jî dê veliqute, divê girse bê dijber, bê dijmin nemîne, ger bimîne dê veliqute û Erdogan jî dê bin da bimîne.
Piranîyek mezin rojnameyan, telewîzyonan û hemû saziyên fermî û sivîl, qaşo pisporên mijarê di bernameyan telewîzyonan da ameje bi axaftinên Erdogan dikin û destek didin gefên wî.
Heçkû, di şert û mercên îro da siyaseta Tirkîyê ya di barê Suriyê da û herweha, di barê Rojhelata navîn da têkçû, ev ne dewletek zilhêz e ku li ser hemahengîya herêmê diyarker be.
Li ser gellek mijaran Federasyona Rusya’yê û Dewletên Yekbûyî Amerîka ne wekî hev difikirin, di têkilî û çareserkirina qeyrana Suriyê da jî wekî hev nafikirin, nikanin hevkarê hev bin, lê li dijî gefên Tirkîyê hevkarî kirin û bi hevra li beramberê Tirkîyê rawestîyan.
Piştê Bab’ê li dijî daxwaza Tirkîyê ya ketina Menbîç’ê DYA û FR hevkarî kirin û bend danîn ber mehdekêşîya wê.
Mixabin gef û êrişên Tirkîyê ranawestên, rapirsîn jî borî û êdî ev serok e, hinek derdoran hêvî dikir ku li paş rapirsînê dê rewşek aram rû bide, hinek tişt dê di bergeha „xweşiyê“ da bên guhertin!
Xwezê weha bûya.
Lê weha nebû, li rojavayê Kurdistan’ê li hember mehdekêşîya êrişkar ya Tirkîyê, hevkarîya DYA û FR’yayê hêj firehtir bû.
Nuha ji Efrînê heta Dêrikê di gellek navçeyên girîng da yekiniyên herdu dewletan hene, taybetî li cî û navçeyên dibetîya êrişan heye.
Ev wêneya parastina tixûbê rojavayê Kurdsitan’ê, li dijî êriş û gefên Tirkîyê, Erdogan pir qehirandiye, enirandiye.
Dengê wî li beramberê FR’yê zêde dernakeve, lê li beramberê DYA ne wiha ye, bi dengekî bilind dijberiyê dike.
Bi bawerîya min, li dijî DYA’yê taybetî diltengîyek wî heye.
Êriş û gefên Erdogan dide xuya kirin, ku eger li herêmê, taybetî li ser tixûb hêzên DYA’yê tine bûna metirsîya ketina Tirkîyê ya hinek herêmên rojavayê Kurdistan’ê hebû.
Asêkirin, zemkirinên ku li ser tixûbê rojavayê Kurdistan’ê dike ne nêşitên xêrê ne, yekinêyên zirxî heşidandine, dîwarên beton lêdike, têldirîyê dikşîne û baregehên betonarme avadike.
Ev karên Tirkîyê ku li ser tixûb dike, amekarîya metirsîya şerekî dijwar in.
Hinek dewletên din jî li ser tixûbên xwe dîwar kişandin, bo mînak Dewleta Îsrail, herweha li ser tixûbê Meksîka DYA, lê ev naşibin hev.
Ne dîwarê Meksîka û ne jî yê Îsrail welatekî, gelekî, navçeyan û malbatan nakin du parçeyen, ji hev naqetînin.
Dîwar kişandin, asêkirina tixûb qetkirina bakur û rojavayê Kurdistan’ê duqat dike.
Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê, herweha êrişên Şamê, li rojavayê Kurdistan’ê daxwaza pêkanîna herêmek dijfirînê, daxwazek di cî da ye.
Bi bawerîya min divê derdorên siyasîyên rojavayê Kurdistan’ê li ser daxwazek weha bi israr bin û hevkariyê bikin.
02.05.2017/Semsûr