Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan û bi sedan nexweşên Koronayê jî baş bûn.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 636 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 17 kes jî bi Koronayê can dane.

Wezareta tenduristiyê her wiha da zanîn, ji duhî de 403 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 42 hezar û 368 kesan ku hezar û 553 kes ji wan mirine û 27 hezar û 324 kes jî baş bûne.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne