Li herêma Kurdistanê 24 kesên din bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

 Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên pêketin û jiyan li dest dana vîrusa koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê ragehandiye 591 kesên din bi vîrusa korona ketine û 24 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê 591 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 194 kes li Hewlêrê, 87 kes li Silêmanî, 28 kes li Germiyanê 259 kes li Duhokê û 23 kes jî li Helebçê bi vîrusa koronayê ketine.

Herwaha 461 pêketiyên vîrusa korona baş bûne û ji wan jî 225 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmanî, 31 kes li Germiyan, 157 kes li Duhokê û 30 kes jî li Helebçê ji wê vîrusê rizgar bûne.

Di 24 demjimêrên borî de 24 kesên pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û ew jî: 8 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyan, 1 kes li Raperîn, 8 kes li Duhokê û 1 kes jî li Helebçê jiyana xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne