Li Herêma Kurdistanê 26 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 754 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 26 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 754 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 208 kes li Hewlêrê, 105 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê, 88 li Raperînê û 307 kes li Duhokê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 26 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 13 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 38661 (Hewlêr: 14848, Silêmanî: 14166, Duhok: 8344, Helebce: 1303)

Mirin: 1417 (Hewlêr: 503, Silêmanî: 748, Duhok: 143, Helebce: 23)

Başbûn: 24522 (Hewlêr: 11203, Silêmanî: 9172, Duhok: 2942, Helebce: 1205)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn