Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê mirin

.

Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 160 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 164 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine.

Wezaretê daye zanîn jî, ji duhî de 3 kes bi Koronayê can dane û 275 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 102 hezar û 581 kesan.

Ji wan pêketiyan, 68 hezar û 454 kes baş bûne û 3 hezar û 362 kes jî mirine.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne