Li Herêma Kurdistanê 30 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 793 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 30 kes bi Koronayê mirine û 368 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Li gorî amarên han, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 51 hezar û 870 kesan ku 32 hezar û 746 kes ji wan baş bûne û hezar û 877 kes jî mirine.