Li herêma Kurdistanê 6 kesên din jiyana xwe ji dest dan

.

 Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, di 25 demjimêrên borî de li herêma Kurdistanê 107 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya îro 05.01.2021ê ya wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 107 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêma Kurdistanê geheştiye 103 hezar û 871 kesan.

Herwaha hat ragehandin di 24 demjimêrên borî de 6 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane geheştiye 3 hezar û 403 kesan.

Hat ragehandin heta naha li herêma Kurdistanê 75 hezar û 118 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn