Li Herêma Kurdistanê bi “Projeya Ronahiyê” ji sedî 40ê bikaranîna elektrîkê de tê teserifkirin

.

Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya ku di bin navê “Projeya Ronahiyê” de ava kiriye, 24 saetan xizmeta elektrîkê dide hin taxên Hewlêra paytext.

Li gorî Tora Medyayê ya Rûdawê radigihîne, li Hewlêra paytext li taxên ku di çarçoveya “Projeya Ronahiyê” de 24 saetan bênavber elektrîk tê dayîn, daxwaza elektrîkê ji sedî 40 kêm bûye. Hikûmet bi saya vê projeyê dixwaze 24 saetên hefteyekê bi elektrîka niştimanî bênavber Herêma Kurdistanê ronî bike.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê Umêd Ehmed ragihand ku projeya elektrîkê ya 24 saetan dê di nava 2 salan de bigihêje hemû bajar û navçeyan.

Ehmed diyar kir ku niha kapasîteya hilberîna elektrîkê 3 hezar û 200 heta 3 hezar û 500 MW û pêwîstî jî 4 hezar û 4 hezar û 500 MWî heye.

Ger li hemû bajaran teserif bê sepandin dê daxwaza ceyranê jî kêm bibe.

Li aliyê din li taxên ku “Projeya Ronahiyê” lê tê sepandin jî teserif ji elektrîkê tê kirin. Di vê çarçoveyê de daxwaza elektrîkê li gorî berê ji sedî 40 kêm bûye.

Ehmed got, “Eger ev teserifa ji sedî 40 li tevahiya Herêma Kurdistanê bê sepandin, dê rêjeyên bilind ên berhemanînê jî kêm bibin. Helbet ev kêmbûn ji bo tax û malan derbas dibe. Ji ber ku di dawiyê de, pêwîstî bi bikaranîna elektrîkê ya li deverên bazirganî, geştyarî û çandiniyê heye. Di zivistanê de digihîje 7000 MWî û havînê jî digihîje 6000 MWî. Eger ji sedî 40 kêm bibe, dê daxwaz di zivistanê ji 4,000 MWî dakeve 4,000 MWî û havînê jî dê dakeve 3,500 MWî.

1,9 milyon aboneyên elektrîkê hene

Niha li Herêma Kurdistanê 1,9 milyon aboneyên elektrîkê hene û 70 hezar ji wan, ango ji sedî 3,6, 24 demjimêran elektrîk in.

Li gel kêmbûna xerckirina ceyranê, fatûreyên elektrîkê yên kesên ku elektrîkê bi rêk û pêk bi kar tînin, bi taybetî li tax û herêmên ku 24 saetan xizmetguzariya bênavber tê dayîn jî gelekî kêm bûye.

Azad Şukûr ku pêşmerge ye, li Taxa Beharî Niwê ku 24 saetan xizmeta ceyranê distîne, dijî.

Lêçûna fatûreyê nîvî kêm bû

Azad Şukûr berê ji bo mala xwe ya 100 metrekareyî ji bilî elektrîka dewletê ji jeneratora 4 amperî jî elektîk bi kar dianî.

Azad Şukûr gotiye, “Min berê mehane ji 80 heta 90 hezar dînar fatûreya ceyrana dewletê û ya jeneratoran dida. Niha elektrîka min bênavber heye û xercên min ên mehane 50 heta 60 hezar dînar in. Ev 3 meh in ez ji erzanîyê sûd werdigirim û ji sedî 25ê faturê li min hatiye vegerandin. Ez dikarim van pereyan ji bo pêdiviyên din ên malê xerc bikim.”

 Niha 24 demjimêran elektrîk ji bo taxên Hewlêrê yên bi navê Şadî, Beharî Niwê, Nêrgiz, Naznaz, Bextiyarî û piraniya taxên Hewlêrê tê dayîn.

Her weha tê payîn ku ev proje dê li Dihok, Silêmanî û Helebceyê jî bê amadekirin.

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike