Dengderên taybet ên hêzên ser bi wezareta navxwe, wezareta pêşmerge û dezgeha asayişê îro dê dengê xwe bi kar anîn.
Dnegdan, ligel hin pirsgirêkan bi rê ve çû.
Li Koyê êrişî dengderên PDKê kirin
Berpirsê Navçeya Partiya Demokrata Kurdistanê li navçeya Koyê, Çeto Hesen ragihand, êrişî me kirin û rê nedane dengderên me ku bi şêweyekî azad dengê xwe bidin.
Fermandeyê Leşkerê Taybet ê Gulanê, Mensûr Barzanî li devera Sihêla li gel beşek ji hêzên pêşmerge yên li vî sînorî li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe bi kar anî.