Li Herêma Kurdistanê kesek din bi nexweşîya Koronayê ket

Wezareta tenduristîya Kurdistanê ragihand, li Herêma Kurdistanê kesek din bi nexweşîya Koronayê ket.

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Kurdistanê îro danê sibê li ser twîtera xwe ragihand, li bajarê Silêmanîyê kesek din bi nexweşîya Koronayê ketîye.

Li gorî agahîyên wezareta tenduristîyê, ew kes keçikek 19 salî ye û keça nexweşekî Koronayê ye.

Bi vî rengî hejmara giştî ya kesên ku li Herêma Kurdistanê bi nexweşîya Koronayê ketine, gihîşt 15 kesan ku yek jê mirîye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e