Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatinçûnê hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji ber vîrusa Koronayê qedexeya hatinçûnê di navbera parêzgehan de dirêj kir.

 

Navenda Nûçeyan - Wezareta navxwe ya Kurdistanê şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, qedexeya hatinçûnê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de, ku ji ber vîrusa Koronayê hatibû ragihandin û şeva 15 vê mehê xilas dibû, heta 1 Tîrmeha îsal tê dirêjkirin.

Wezareta navxwe daxwaz ji welatiyan jî kiriye şîretên tenduristiyê bicîh bînin û şofêrên wesayîtên veguhestina giştî yên ku mask û lepikan bikar nehînin dê 50 hezar dînar bên sizadan.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e