Li Herêma Kurdistanê dibistan vebûn û xwendekaran dest bi perwerdehiyê kirin. Zengila destpêkê ya heyama 2020-2021'ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî lêda.
Bi vî rengî 150 hezar xwendekarên pola 10'ê ya amadehiyê dest bi xwendinê kirin. Perwerdehiyê bi mercên bi cihanîna rênimayên xweparastina ji koronayê dest pê kir.
Li gor biryarê 10'î meha li pêş me dê pola yekem û ya dûyem a seretayî dê dest bi xwendinê bikin.
K24