Pisporê Pizîşkiya Dadî Prof. Dr. Ahmet Hilal ragihand ku li herêmên erdhejê nasnameya 5 hezar kesên canê xwe ji dest dane ne diyar e.
Serokê Komeleya Pizîşkên Dadî û Akademîsyenê Zanîgeha Çukurovayê Ahmet Hilal ligel tîmeke 3 kesî li herêmên erdhejê yên Hatay, Edene û Osmaniyeyê lêkolîn kirin. Hilal dibêje, nasnameya 5 hezar kesên ku hatine veşartin ne diyar e.
Piştî derbasbûna 24 rojan di ser erdhejê re heta nina gelek kes li mirovên xwe digerin. Pisporên pizîşkiya dadî dibêjin, qurbaniyên wenda, ew kes in ku bê nasname hatine veşartin.
Hilal got: “Li Antakya nasnameya %10ê kesên hatine veşartin ne diyar e, li Îskenderûn, Mereş, Edene û Osmaniyeyê ev rêje %5 e. Ev bajarên ku me dîtin. Tiştekî zehmet e mirov kesûkarên xwe mirî yan zindî nebîne. Dozgeriyan piştî erdhejê li ser gotinên xelkê term radest kirine. Di rewşên asayî de dema mirovên wan hebin, divê nimûneya DNAyê bê wergirtin. Li Hatay û Edenê du malbatan termên xelet wergirtine. Piştî her du li nexweşxaneyê hatin dîtin xeletî eşkere bû.”
Serokê Beşa Pizîşkiya Dadî ya Zanîngeha Mersinê Prof. Dr. Halis Dokgoz jî got: “Di diyarkirina nasnameyan de 24 demjimêrên destpêkê gelekî girîng in, ku di vê erdhejê de wek pêwîst nehatin bikaranîn. Divê ev kar ji aliyê pisporên pizîşkiya dadî ve bên kirin, lê ev kar ji aliyê pizîşkên pratîsyen ve hatiye kirin. Divê nimûneyên xwînê yên qurbaniyan bo kartên FTAyê bên veguhestin. Lê eger rojek di ser re derbas bibe, ev êdî ne pêkan e. Wê demê jî ji hestî û diran nimûneya DNA tê wergirtin. Polîs û cendirme jî şopên tiliyan werdigrin.”
Cahit Aşkarê ku hevjîna wî Ayşegul Aşkar wenda ye dibêje: “Keça min rizgar bû, kurê min canê xwe ji dest da. Ti agahiyek derbarê hevjina min de nîne. Me li hemû nexweşxaneyên Hatay û derdorê temaşe kir, em çûn goristanan, lê nîne. Pêş du hefteyan nimûneya DNA ji bavê hevjîna min hat wergirtin. Em heta niha li benda encamê ne. Ji bo rizgarkirinê nehatin û dema em li kesûkarên xwe digerin jî kesek li cem me nîne. Wiha li me kirin, ku em bi dîtina termên miriyên xwe kêfxweş bibin.”