Li Hesekê teqîn; 25 kuştî, bi dehan birîndar

li salona dawetan ya bi navê Senabil de bûyer rûdaye.

Di 3.10.2016 de bi şev li salona dawetan ya bi navê Senabil, ku li ser riya Qamişlo û Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye, teqîneke xwekujî çêbûye û di encamê de zêdetirî 25 kes canê xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne û gelek ji wan birînên wan giran in. Di nav kuştî û birîndaran de jin û zarok jî hene.

Li gorî ajansan terorîstek DAIŞê êrişa xwekujî pêk anîye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin