Ajansên Rojavayê Kurdistanê belavkirine li parêzgeha Hesekê di ambareke çekan li taxa Mişêrfayê teqînek çêbûye. Herwiha di encama teqînê de 8 kes birîndar bûne.
Ligor zanyarîyan ew ambara çekan a Hêzên Sûrîyeya Demokratîk e (HSD) ye û di encama wê teqînê de, agirekî mezin çêbûye û denge çend teqînên mezin hatine bihîstin.
Herwiha hêzên emnî û hawarçûnê ber bi cihê bûyerê çûne û agir kontrol kirine.