Teqînek li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rûda û birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Hesekê da zanîn, otombîleke bombekirî li nêzêkî kargeha kaşî li taxa Giwêran teqiya.
Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 2 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Demek e li bajarên Rojavayê Kurdistanê teqîn çê dibin û bi piranî welatiyên sivîl dibin qurbanî. Roja 11ê vê mehê jî 3 teqîn li bajarê Hesekê rû dan û endamekî Hêza Ewlekariya Navxweyî birîndar bûbû.
Kurdîstan Haberleri
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne