Li Hewlêrê 5 pêketîyên din ên bi Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 5 kesên nû bi bîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê ragihand.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîyê di daxuyanîyekê de ragihand, di berdewamîya lêgerîna li gûmanlêkirîyan de, 5 pêketîyên din bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Dîyar kir jî, ew pêketî 2 peyayên 50 û 21 salî, keçeke 18 salî û 2 zarokên 13 û 9 salî ne.

Amaje bi wê jî da, hemû pêketîyên nû rûniştvanên taxa Endezyaran a bajarê Hewlêrê ne û wan virus ji pêketîyeke pêştir vegirtine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e