Li Hewlêrê di şerê du malbatan de 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Hewlêrê du malbatan li hev dan, 3 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan - Şeva borî li bajarê Hewlêrê di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket.

Li ser wî şerî, berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji BasNewsê re got, ew şer li taxa Teyrawe ya bajêr û di navbera du malbatên xizm de derketibû.

Hogir Ezîz her wiha got, di wî şerî de 3 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Wî efserê polîs da zanîn, piştî lêkolîn û lêpirsînên pêwîst dê agahîyên zêde ji raya giştî re eşkere bikin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e