Li Hewlêrê li ser rêya Gezneyê agir bi depoyekê ketiye û dûxaneke reş û tarî jê bilind dibe.
Hat ragihandin ku agir bi kargeheke çîmentoyê ketiye û 6 mîkset şewitîne.
Li gor nûçeya Rûdawê şewat bi temamî hatiye kontrolkirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, êgir bi pûş û pelaşê derdora kargehê ketiye û paşê girtiye mîkserên betonê.
Bextyar Qadir diyar kir ku 4 mîkser bi temamî şewitîne.
Divê were gotin, ev şewata 5an e ku di nava 24 saetên dawiyê de li Hewlêrê rû daye.