Li Hewlêrê kesekî din tûşî vîrusa Koronayê bû

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê tûşbûna kesekî din bi vîrusa COVID-19 piştrast kir.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîyê di daxuyanîyekê de ragihand, di berdewamîya pişkinînan de, testa koronayê ya kesekî din ku guman dihat kirin tûşî vîrusa COVID-19 bibe, pozetîv derketîye.

Li gor daxuyanîyê, kesê tûşbû zilam e û 45 salî ye.

Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, kesê ku nû li Hewlêrê tûşî vîrusa Koronayê bûye, pizîşk e.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!