Hate ragihandin ku endamên PKKê di saetên sibê de êrişî leşkerên tirk ku li herêmê operasyon pêk dianîn kirin û di encamê de jî yek ji wan giran 2 leşkerên tirk birîndar bûne. Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat diyarkirin ku piştî êrişa endamên PKKê li herêmê artêşa Tirkiyeyê operasyona berfireh li dijî endamên PKKê da destpêkirin.